Konferansa Valdaiyê: Rûsya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Şam û Kurdan her tiştî dike

Rêyên çareserkirina rewşa Rojhilata Navîn, li Moskowê di 13emîn Konferansa Rojhilata Navîn a Klûba Gotûbêjên Navneteweyî ya Valdaiyê de tên nîqaşkirin.

14.02.2024, Çar - 12:03

Konferansa Valdaiyê: Rûsya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Şam û Kurdan her tiştî dike
Nuçe Belav bike

Nêzîkî 50 pispor ji 15 welatan civiyan. Pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi giştî û pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê jî bi taybetî, mijarên sereke yên rojeva beşdaran e.

Bê guman, gotara Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov mora xwe li rojeva Konferansê da.

Lavrov diyar kir ku encamên berfirehbûna krîza Filistîn û Îsraîlê li gelek navçeyên din ên Rojhilata Navîn jî tê dîtin û xuya ye ev aloziya rewşa herêmê hîn negihiştiye asta herî jor.

“Amerîka tevahiya Rojhilata Navîn ber bi karesatê ve dikişîne”

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got, “Amerîka tevahiya Rojhilata Navîn ber bi karesatê ve dikişîne.

Amerîka tevî hevlbendên xwe dixwaze serdestiya xwe li ser vê herêmê zal bike û hewl dide Rûsyayê ji hemû mekanîzmayên çareseriyê dûr bixe.

Em di formata Sûriye, Tirkiye, Rûsya û Îranê de ji bo asayîkirina peywendiyên Sûriye û Tirkiyeyê kar dikin.

Rûsya di mijara jinûve avakirina Sûriyê de jî bi welatên Ereb re xebatên hevpar didomîne, piştî ku Sûriye vegeriaye Komakara Yekîtiya Ereban.”

Herwiha hate zanîn ku di beşa girtî ya konferansê de, wezîrê Rûs ji beşdaran re behsa perspektîfên diyaloga di navbera Şam û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê de jî kiriye.

“Rûsya ji bo pêşvebirina pêwendiyên Şam û Kurdan her tiştî dike”

Serokê Beşa Zanistî ya Fona Pêşvebirina Klûba Valdayê û Serokê Encûmena Siyaseta Derve û Parastinê Fedor Lukyanov wiha anî ziman:

“Çi derfet û amûr di destê Moskowê de hebûn ku Wezîr Lavrov îro di beşa girtî ya civînê de behsa wan kir, Rûsya ji bo pêşvebirina pêwendiyên navbeyna Şam û Kurdan de bikar anîne.

Lê belê, di encamê de faktorên ji derve, her tişt ji nû ve hilweşandin.

Lê derfetên han hê jî dimînin û dema aramiyeke çêbû, Moskow dê dîsa vegere ser wê mijarê. Lê îro ew ne mijara sereke ye.”

Sergey Lavrov ji beşdarên Kornferansê re ragihand ku Moskow plan dike di demeke nêz de civîneke di navbera fraksiyonên Filistîniyan de organîze bike, ji bo hêsankirina çareserkirina aloziya li Xezeyê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 224 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:08:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x