Lavrov: Amerîka bi berpirsyarî li dosya Kurd li Sûriyê nanihêre

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, Amerîka bi berpirsyarî li dosya Kurd li Sûriyê nanihêre.

18.07.2019, Per - 07:04

Lavrov: Amerîka bi berpirsyarî li dosya Kurd li Sûriyê nanihêre
Nuçe Belav bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de li Moskoyê ragihand, ji encama hewla Amerîka ya avakirina herêmekê (nîv dewletekê) li rojhilatê Firatê, nakokî di navbera Kurd û Ereban de derketiye.

Herwiha Lavrov got jî: Dosya Kurd li Sûriyê girîng e û divê ew bi berpirsyarî li wê dosyê binêre, lê vê yekê li cem Amerîka nabîne.

Li ser pirsa Idlibê jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand, Amerîka û hevalbendên wê hewl didin rêkeftina Rûsî – Tirkî li Sochi ya derbarê Idlibê de têk bibin.

Lavrov Amerîka tometbar kir jî, ku Amerîka dixwaze Bereya Nusrayê li Idlibê biparêze, ji bo wê bike aliyek di çareseriya siyasî de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1012 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:07:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x