Li Moskowê êrişî saloneke konserê hat kirin: Hejmara kuştiyan 60 kesî derbas kir

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê ragihand ku di êrişa li Moskowê de zêdetirî 60 kes hatine kuştin û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.

23.03.2024, Cts - 09:34

Li Moskowê êrişî saloneke konserê hat kirin: Hejmara kuştiyan 60 kesî derbas kir
Nuçe Belav bike

Li Moskowa paytexta Rûsyayê doh êvarê li saloneke konserê êrişa çekdarî hat kirin.

Komîteya Lêkolînê ya Rûsyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Komîteyê di daxuyaniyê de got, “Di encama êrişa terorî de zêdetirî 60 kes hatine kuştin.

Mixabin dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”

Komîteyê herwiha da zanîn ku lêkolîna pisporan li cihê bûyerê berdewam e.

DAIŞê girt ser xwe

DAIŞê berpirsiyariya êrişê girt ser xwe û îdia kir ku çekdarên wan wê êrişa li salona Krasnogorskê ya konserê ya Moskowê pêk aniye.

DAIŞê derbarê êrişê de li ser hesabê xwe yê Telegramê daxuyaniyek belav kir û got:

“Çekdarên Dewleta Îslamî li bajarê Krasnogorskê yê li derdora Moskowa paytexta Rûsyayê êrişî civateke mezin a Xiristiyan kir, bi sedan kes kuştin û birîndar kirin û wêraniyeke mezin pêk anîn berî ku bi ewlehî vegerin bingehên xwe.”

Êrişa Moskowê

Li salona konserê ya bi navê Crocus City Hallê ya li Moskowa paytexta Rûsyayê êvara 22yê Adarê êrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hati belavkirin, tê dîtin êrişkarên bikamûflaj li salona konserê gule direşînin.

Servîsa Ewlekariya Federal a Rûsyayê ragihandibû ku li gorî zanyariyên destpêkê, di êrişa terorîstî de 40 kesî jiyana xwe ji dest daye

Heriwha Wezîrê Tenduristiyê yê Rûsyayê Mikhail Murashko ragihand ku 115 kes birîndar bûne ku birîna 60 ji wan giran e.

Li ser banê salona konserê şewat derket û bi sedan tîm ji bo vemirandina şewatê çûn cihê bûyerê.

Li Moskowayê hemû çalakiyên gel ên dawiya hefteyê hatin betalkirin.

Herwiha ji bo lêkolîna êrişa terorî grûpek lêkolînê hatiye avakirin.

Li aliyê din Servîsa Parastina Neteweyî ya Federal a Rûsyayê (Rosgvardiya) ragihand ku operasyona girtina kesên ku êrişa çekdarî pêk anîne dewam dike.

 

Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x