Moskow: Di encama bombebarana artêşa Kîevê de 40 dîlên Ukraynî hatin kuştin

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, şeva borî, artêşa Ukraynayê bi mûşekên cûreya Himers, ku mûşekên Amerîkî ne, zindanek bombebaran kiriye.

29.07.2022, Cum - 13:18

Moskow: Di encama bombebarana artêşa Kîevê de 40 dîlên Ukraynî hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê ragihand, şeva borî, artêşa Ukraynayê bi mûşekên cûreya Himers, ku mûşekên Amerîkî ne, zindanek bombebaran kiriye û di encamê de bi dehan dîlên Ukraynî hatin kuştin û birîndar bûn.

Îro înê wezaretê daxuyaniyek belav kiriye û tê de hatiye: “Artêşa Ukraynayê mûşekek arasteyî navçeyeke komara Donetsk kiriye, ku dîlên Ukraynî tê de bûn, di encamê de 40 serbazên dîl ên Ukraynî hatin kuştin û 75 dîl jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, mûşeka ku artêşa Ukraynayê arasteyî zindanê kiriye, ji aliyê Amerîkayê ve hatiye çêkirin û di van demên dawî de dane artêşa Ukraynayê.

Wezareta Berevanî ya Rûsyayê tevî şermezarkirina bombebaranê, behsa wê yekê jî kir ku artêşa Ukraynayê dixwaze bi vê rêyê çavên serbazên xwe bitirsîne û pêşî li xweradestkirina wan bigre.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 416 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x