Pentagonê ji bo Efrînê hişyarî da

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) Adrian Rankine Galloway li ser Efrînê ji Rûdawê re ragihand ku ew hemû aliyan teşwîqî wê yekê dikin ku xwe ji aloziyê dûr bixin û bala xwe bidin ser şerê DAIŞê.

20.01.2018, Cts - 20:13

Pentagonê ji bo Efrînê hişyarî da
Nuçe Belav bike

Adrian Rankine Galloway ji Rûdawê re diyar kir: “Em hemû aliyan teşwîqî wê yekê dikin ku xwe ji tevlihevî û aloziyê dûr bixin û bala xwe bidin erkê herî giring ku ew jî têkbirina DAIŞê ye.”

Galloway herwiha destnîşan kir: “Em nîgeraniya ewlehiyê ya Tirkiyê ya derbarê PKKê de ku ji aliyê Amerîka ve weke rêxistineke terorîst tê nasîn, fêm dikin. Amerîka ti car piştgiriya PKKê nake.”

Li ser rewşa Efrînê jî Adrian Rankine Galloway da zanîn: “Li Efrînê ti operasyona Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka serokatiya wê dike tine ye. Çimku bala me li ser operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞê ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1348 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x