Pisporê Rûsî: Barzanî bi şertê piştgiriya referandûmê dev ji serokatiyê berdaye!

Serokê Navenda Lêkolînên Îslamî ya Enstîtuya Geşedanên Nûjen a Moskowê Kirill Semyonov karvekêşana Mesûd Barzanî ji seroktiya Herêma Kurdistanê nirxand û got, “Barzanî bi şertê piştgirîdana referandûma serxwebûnê ya muxalîfan, qebûl kiriye ku beşdarî hilbijartinên nû nebe.”

04.11.2017, Cts - 06:37

Pisporê Rûsî: Barzanî bi şertê piştgiriya referandûmê dev ji serokatiyê berdaye!
Nuçe Belav bike

Semyonov ji Televizyona RTyê re diyar kir, Barzanî bi vî awayî biryar da ku deshilatdariyê dewrî endamên malbatê yên wekî Nêçîrvan Barzanî bihêz bike.
Pisporê Rûsî got ku ‘Ger di deshilatdariyê de li şûna Barzanî xizmên wî cî bigirin, bi vî awayî dê zêde tiştek neguhere."

Semyonov li ser şansê Tevgera Goranê di têkoşîna deshilatdariya Herêma Kurdistanê de bi bîr xist, ‘Goran bi rastî jî hêze gelekî bi bandor a muxalîf e.

Pisporê Rûsî wiha domand: "Bi hevkariya hevpeymana partiyên îslamî Goron dikare rola seroktiyê bilîze. Lê niha mijareke girîng heye, Goran wekî Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ne xwediyê hêzeke leşkerî ye. Lewma jî çiqas di hilbijartinan de bi ser bikeve jî destûrê nadin ku bibe deshilatdar."

sputnîk
Vî nûçeyê tevayî: 1543 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:19:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x