Şarezayên enerjiyê û jeopolîtîkzanên Rûs tekez dikin ku rewşa herêm çi dibe bila bibe, divê kompanyayên Rûsyayê dev ji peymanên xwe yên li Başûrê Kurdistanê bernedin.
Rîsk û qezencên kompaniyên enerjiyê yên Rûsyayê yên li derveyî welêt, li Moskowê di forûmeke navneteweyî ya petrol û gazê de jî bû mijara sereke.
Serokê Enstîtuya Enerjî û Fînansê dibêje, rîsk li her derê hene, û amaje dike ku kompanyayên Rûsî li Kurdistanê di çarçoveya destûr û qanûnan de kar dikin.
Serokê Enstîtuya Enerjî û Fînansê Vladîmîr Feygîn di axaftinekî xwe da ji ajansa Rûdawê re got: “Wek tê zanin Kurdistana Iraqê xwedî mafên diyarkirîne. Mafên wê di Destûra Iraqê de hatine çespandin. Li Kurdistanê ne tenê kompaniyên Rûsyayê hene, gelek kompaniyên biyanî lê kar dikin. Eger kompaniyên Rûsî ji Kurdistanê derkevin, ew valahiyê, bê guman, dê yên din dagirin. Lewma jî divê bi hemû aliyan ve gotûbêj werin kirin, lê ne ku her tiştî bihêlin û derkevin. Ji xwe tu hinceteke wisa jî tune. Kurdistana Iraqê ji Rûsyayê re herêmeke balrakêş e û ez pir bawerim ku hevkariya heyî dê bidome.”
Di medyaya Rûsyayê de daxuyaniya Wezîrê Petrolê yê Iraqê ya li ser neyasayîbûna peymanên li gel Başûrê Kurdistanê jî cih girtiye.
Lê bi nêrîna şarezayan, ew şiyana Bexdayê tune ku ji Moskowê daxwaza derketina ji Kurdistanê bike.
Şarezayê enerjiyê Aleksey Gromov li ser vê mijarê got: “Tevî daxuyaniya bi dengekî berz a hikumeta Iraqê, ku hemû girêbestên li gel Kurdistana Iraqê hatine girêdan ne yasayî ne, di çarçoveya serdana dawî ya şanda fermî ya hikumeta Iraqê bo Rûsyayê de mijara peymanên kompaniyên Rûsî yên li gel Kurdistana Iraqê hîç ne hat rojeva gotûjên. Ev yek tê wateyê ku Bexda ji rêveberiya Rûsyayê re hin sînyelên siyasî dişîne û amaje dike ku Iraq bi xwe dixwaze hevkariya xwe li gel kompaniyên Rûsî firehtir bike. ”
Veberhênana kompaniyên Rûsyayê li Kurdistanê bi qasî 4 mîlyar dolar tê bilêvkirin. Lê di nêrîna pisporan de, veberdêriya di warê samanên wek petrol û gazê de, xwedî taybetmendiya jeopolîtîkî ye.