Putin bangî artêşa Ukraynayê kir: Xwe radest bikin!

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew banga Donald Trump a ji bo efûkirina leşkerên Ukraynayê yên li Kurskê erênî dibîne û got, “Dema ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin, jiyana wan dê were garantîkirin.”

15.03.2025, Cts - 12:59

Putin bangî artêşa Ukraynayê kir: Xwe radest bikin!
Nuçe Belav bike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di civîna Konseya Ewlehiyê ya Rûsyayê ya li paytextê Moskowê de axivî.

Vladimir Putin banga Serokê Amerîkayê Donald Trump a ji bo efûkirina leşkerên Ukraynayê yên li Kurskê nirxand û anî ziman:

“Em balê dikişînin ser wê yekê ku şervanên Ukraynî gelek sûc li dijî sivîlên herêma dagirkirî pêk anîne.”

Putin amaje pê kir ku Rûsya van sûcan wekî “teror” qebûl dike û da zanîn:

“Di heman demê de, em gaziya Trump a ku fikrên mirovahiyê li ser van leşkeran dike bi başî dibînin.

Dema ku ew çekên xwe deynin û xwe radest bikin, jiyana wan dê were garantîkirin.

Li gorî normên hiqûqa navneteweyî û qanûnên Rûsyayê dê miameleyeke birûmet bibînin.”

Putin bangî birêvebiriya Ukraynayê jî kir û got:

“Ji bo ku banga Serokê Amerîkayê bi awayekî bandor were bicihanîn, divê birêvebiriya Ukraynayê, fermanê bide yekîneyên xwe yên leşkerî ku çekên xwe deynin û wekî dîlên şer xwe radest bikin.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:38:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x