Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî axaftinên telefonî bi hevtayê xwe yê Amerîkayê Donald Trump re got ku Rûsya amade ye li ser agirbest bixebite
Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê axivîn.
Sêyemîn axaftina bi telefonê ya di navbera Putin û Trump de zêdetirî du saetan dom kir.
Vladimir Putin piştî pêwendiya telefonî daxuyaniyek da.
Serokê Rûsî diyar kir ku welatî dixwaze şer û pevçûn bên rawestandin lê divê rêyên herî bandordar ên ji bo aştiyê werin bipêşxistin.
Putin her wiha got ku Trump di hevdîtinê de helwesta xwe ya derbarê qedandina pevçûnên li Ukraynayê aniye zimên.
Rûsya amade ye li ser agirbestê kar bike
Putin teqez kir ku Rûsya amade ye li ser peymanekê bi Ukraynayê re kar bike, di nav de agirbestek jî û got:
“Divê Rûsya û Ukrayna lihevkirinên ku dê ji bo hemû aliyan guncav bin bibînin.
Di heman demê de dixwazim diyar bikim ku bi giştî helwesta Rûsyayê zelal e.
Ji bo me, tişta girîng ew e ku sedemên bingehîn ên vê krîza ji holê werin rakirin.”
Li aliyê din, Koşka Spî jî eşkere kir ku pêwendiyên her du serokan dê berdewam bikin.
Trump daxuyaniya derbarê vê hevdîtinê de di hesabê xwe yê medyaya civakî Truth Social de belav kiribû.
Serokê Amerîkayê hêviya xwe anî ziman ku piştî dan û standinan dê li Ukraynayê agirbestek pêk were.
Trump dê îro bi Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û "endamên curbecur ên NATOyê" re jî dan û stanan bike.
Li aliyê din Kremlinê jî piştrast kir ku ji bo roja duşemê amadehiyên hevdîtineke telefonî ya di navbera Putin û Trump de tên kirin.
Hat zanîn ku karbidestên Amerîkî hevtayên xwe yên Yekîtiya Ewropayê hişyar kirine ku eger Rûsya tawîzan nede, Donald Trump difikire pêşnûmeqanûneke cezayan a ku ji hêla Senatorê Komarparêz Lindsey Graham ve hatiye amadekirin derbas bike.