Referandûma Donetsk û Luhansk dest pê kir

Îro înê referandûm ji bo vegera ser Rûsyayê li komarên Donetsk û Luhansk û navçeyên Kherson û Zaporizhzhia dest pê kir.

23.09.2022, Cum - 08:03

Referandûma Donetsk û Luhansk dest pê kir
Nuçe Belav bike

Li navçeyên Kherson û Zaporizhzhia, ev pirsyar ji xelkê tê kirin: “Gelo qebûl dikî ku ji Ukraynayê cuda bibin û herêm bibe dewleteke serbixwe û bi Rûsyayê ve were girêdan?”

Li Donetsk û Luhansk, pirsyara referandûmê wisa ye: “Gelo qebûl dikî weke pêkhateyeke Federaliya Rûsî, tevlî Rûsyayê bibî?”

Proseya dengdanê ji îro dest pê dike heta 27ê mehê didome û ji ber rewşa ewlehiyê prose mal bi mal tê kirin û tenê roja dawî dê dengder biçin ser sindoqên dengdanê.

Ji bo parastina mafên penaberan jî, li hemû wan deverên ku penaber lê ne, sindoqên dengdanê dê werin danîn.

Welatên rojava, bi taybetî jî Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bi tundî li dijî vê referandûma xelkê wan navçeyan disekinin û vê referandûmê weke neyasayî û berevajî bingehên siyasî yên navdewletî bi nav dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x