Rûsya: Em bi biryarin beşdariya Kurdan bo Kongra Niştîmaniya Sûriyê bibin

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê got, ew rijd in Kurd beşdarî Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê bibin û helwesta welatê ya ku piştgiriya beşdarbûna kurdan neguheriye.

09.11.2017, Per - 11:47

Rûsya: Em bi biryarin beşdariya Kurdan bo Kongra Niştîmaniya Sûriyê bibin
Nuçe Belav bike

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarovayê di civîna çapemeniyê de pirsa payamnerê Rûdawê li Moskowê Kamîz Şedadî bersivand û behsa rola Kurdên li Rojavayê Kurdistanê û mafê wan kir.

Mariya Zaxarovayê got: “Moskow li ser pêgehê xwe yê bêşdarikirina Kurdan di gotubejen li ser dahatuya Suri de rijd e. Moskow di asta heri bilind de çendîn car behsa rola Kurdan u parastina mafên wan ên neteweyî kiriye.”

Zaxarovay li ser pirsa peyanerê me ya “Beşar Esed ragihand ku Şam ne amadeye mijara otonomiyê gotubêj bike li gel Kurdan, gelo ev helwêst ne asteng e li pêş Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê?” wiha bersiv da:

“Em bi berdewamî li gel Şamê di diyalogê de ne, em nabinin ku Esed hewil dide ku astangi li pêş kongreyê derbixe. Em hewil didin ku Kurd ji nav de hemu pêkhateyen etnikî û mezhebi tê de beşdari bikin. Em li ser helwesta xwe pêdegir in.”

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Moskow ji bo Kongreya Diyaloga Niştîmaniya Sûriyê bê lidarxistina li gel Şam û Neteweyên Yekbûyî hevahengî heye.

û hevlarên din ên navdewletî dike daku Kongreya Diyaloga Navneteweyî ya Sûriyeyê li dar xîne.

Biryar bû 18ê Mijadara 2017ê Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Gelên Sûriyê li bajarê Soçî yê Rûsyayê birêve biçe.

Dema Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Gelên Sûriyê li Soçî ji bo rewşa Sûriyê hate derengxistin û dema nû ji bo lidarxistina kongreya navborî nehatiye diyarkirin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin gotibû li ser daxwaza welatî wî dema wê hatiye derengxistin.

Tê çaverêkirin herdu aliyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di kongireyê de beşdar bibin.

Tirkiyê bi tûndî li dijî beşdarbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên nêzîkî wê di kongireya Soçî de derdikeve, Rûsya jî tekez dike, ku dê aliyên Kurdî beşdar bibin û ew naxwazin ti alî were piştguhxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1271 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:50:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x