Rûsya, peymana firîna ewlehî ya Amerîkayê li Sûriyeyê rawestand

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya êrişa ser baregeha hewayî ya Şayratê de ragihand ku Amerîka li dijî welatê ku tekoşîna terorê dikir bi hêz bi kar anî.

07.04.2017, Cum - 08:51

Rûsya, peymana firîna ewlehî ya Amerîkayê li Sûriyeyê rawestand
Nuçe Belav bike

Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya êrişa ser baregeha hewayî ya Şayratê de ragihand ku Amerîka li dijî welatê ku tekoşîna terorê dikir bi hêz bi kar anî. Rûsya, peymana firîna ewlehî ya Amerîkayê li Sûriyeyê rawestand.

Wezaretê di axaftina xwe de got: "Amerîka li hemberî welatekî ku li dijî terorîzma navneteweyî tekoşîn dida hêz bi kar anî." Li gorî daxuyaniyê, Rûsya li Sûriyeyê ji bo ku balafirên terefgiran neyên beramberî hev peymana firîna ewlehî rawestand.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku êrişa Amerîka ya li dijî Sûriyeyê wê pirsgirêkên heyî kurtir bike. Xuyaye ku Amerîkayê ev êrişa baregehê berî bikaranîna êrişa kîmyewî ya li Idlibê plan kiriye.

Wezaretê di dirêjiya daxuyaniya xwe de got: "Ne leşkerên Amerîkayê û ne jî yên welatekî din nabe bê destûra hikûmetê li Sûriyeyê bimînin, bi awayekî eşkere ev ihlaleke binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Dibe berê ev bi navê tekoşîna terorîzmê dihat binavkirin, lê niha ev rasterast ihlala dewleteke desthilat e."

Kremlîn: Pûtîn êrişa Amerîka ya Sûriyeyê weke êrişbaziya dewleta desthilat bi nav kir

Kremlînê derbarê mijara êrişa baregeha hewayî ya Sûriyeyê de got: "Hiqûqa navneteweyî hat ihlalkirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn êrişa Amerîka ya li dijî baregehê weke êrişbazî bi nav kir."

Kremlînê ji bo êrişa Amerîka ya li baregeha hewayî ya Şamratê daxuyanî belav kir.

Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de got: "Êriş zirareke mezin dide têkiliyên Amerîka û Rûsyayê. Hiqûqa navneteweyî hat ihlalkirin. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn êrişa Amerîka ya li hemberî Sûriyeyê weke êrişbaziya dewleta desthilat bi nav kir."

Dmitriy Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li gorî Pûtîn ev êrişa Amerîka ya li hemberî baregeha hewayî ya Sûriyeyê ji bo veşartina kuştiyên sivîl ên Amerîkayê li Iraqê ne."

Lavrov: Em ê ji Amerîkayê daxuyaniyek bixwazin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo êrîşa Amerîkayê ya bi ser Sûriye de da zanîn ew dê ji Amerîkayê daxuyaniyek bixwazin.

Lavrov ku vê êrîşê " Çalakiya êrîşkariyê" binav kir da zanîn êrîşa Amerîkayê dagirkeriya Amerikayê ya bi ser Iraqê de anî bîra me.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1561 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x