Rûsya: Pirsa Kurd li herêmê mijareke hesas e

Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov bal kişand ser girîngiya lihevkirina Rûsya-Tirkiye û Îranê ya li ser Sûriyê û got, ‘Ev hem ji bo Sûriyê hem jî ji bo Iraqê derfeta kordînekirina têkoşîna dijî terorê dide.’

27.12.2016, Sal - 05:54

Rûsya: Pirsa Kurd li herêmê mijareke hesas e
Nuçe Belav bike

Bogdanov mijara pirsa Kurd jî wek kêşeyeke hesas li herêmê bi nav kir û wiha axivî: "Hin babetên xesas yên wekî pirsa Kurd û parastina deshilatdariya welatên herêmê hene. Lewma jî em piştevaniya wê yekê dikin ku eniyeke mezin a têkoşîna dijî terorê ya bi pêşengiya hêzên netewî yên Sûriyê û Iraqê hebe."

'Wê Hıkûmeta Sûrıyê Dahatuya Helebê Dıyar Bıke'

Cîgirê Wezîrê Rûsî li ser piştî rizgarkirina Helebê armancên hikûmeta Sûriyê jî diyar kir ku dê ew armanc ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve werin diyarkirin û wiha got: "Divê ev pirs li rêvebiriya Sûriyê were kirin. Lewra rêveberiya Sûriyê gavên ku bavêje diyar dike. Rûsya jî di têkoşîna dijî terorê de alîkariyê dide. Hîna herêmên wekî Reqa, Deyr ez-Zor û Îdilb di kontrola terorîstan de ne."

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x