Rûsya: Amerîka rê nade alîkariyên mirovî bigihin Hesekê

Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê Oleg Egorov radigihîne, “Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê ya bi serokatiya Amerîka rê li ber gihandina alîkariyên mirovî bo bajarê Hesekê digire.

10.10.2022, Pts - 06:40

Rûsya: Amerîka rê nade alîkariyên mirovî bigihin Hesekê
Nuçe Belav bike

Oleg Egorov diyar kir, Hevpeymaniya Navdewletî bi berdewamî erkê mirovî ya hevbeş a Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê li Sûriyeyê û Heyva Sor a Sûriyê li Hesekê asteng dike.

Oleg Egorov di daxuyaniyekê de got: belavbûna bilez a nexweşiya kolerayê û rewşa nişteciyên taxa Hesekê ya ku di destê hêzên rêjîmê de ne, bûye sedema rewşek mirovî ya giran.

Cîgirê Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsî li Sûriyê got jî, serkirdayetiya “Tabûra Amerîkî” rê li ber gihandina xwarin û dermanan bo xelkê deverê digire.

Ev yek di demekê de ye, ji ber Vetoya Rûsyayê, deriyê sînorî Til Koçer ê bi Iraqê re ji meha Çileya 2020an ve li pêş derbaskirina alîkariyên mirovî yên navdewletî bo parêzgeha Hesekê hatiye rawestandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 379 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:42:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x