Rusya: Divê kurdên li Suriyê jî beşdarî Cenêv-4 bibin

Moskowê ragehand, di çavdêriya Netewên Yekbûyî (NY) de lutkeya bilind a pêktê de divê kurd jî beşdar bibin. Lê Enqere li dijî wê yekê ye ku YPG, ku baskekî PKKê yê li Suriyê ye, li ser masa hevdîtinan be.

27.02.2017, Pts - 08:58

Rusya: Divê kurdên li Suriyê jî beşdarî Cenêv-4 bibin
Nuçe Belav bike

Rûsya ragehand, di bin çavdêriya NYê de civîna Cenêv-4 a ku pêktê divê kurd jî beşdar bibin. Daxuyanî ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Mikhail Bogdanov ve hate kirin.

Enqere bi ti awayekê razî nîne ku YPG, ku baskekî PKKê ye li ser masa hevdîtinan amade be.

Bogdanov herwaha ragehand, hêzên opozîsyonê divê bi yek şandeyekê ve li Cenêv-4 de cîh bigrin.

Ji bo ku li Sûriyê şer bi dawî bibe, ji roja şemiyê hevdîtinên Cenêv-4 berdewam dikin û duh nûnerê NYê yê taybet Staffan De Mistura bi şandeyên rejîm û opozîsyonê re hevdîtin pêkanîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1586 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:50:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x