Rûsya: Êrişî sînagog, du dêr û xaleke polîsan hat kirin…Gelek mirî hene

Li herêma Daxistanê ya Rûsyayê êrişî sînagog, du dêr û xaleke polîsan hat kirin, 6 polîs hatin kuştin û 12 polîs jî birîndar bûn.

24.06.2024, Pts - 10:19

Rûsya: Êrişî sînagog, du dêr û xaleke polîsan hat kirin…Gelek mirî hene
Nuçe Belav bike

Wezareta Karên Navxwe ya Rûsyayê li ser êrişê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî wezaretê, kesên ku nasnameya wan nediyar li bajarên Mahaçkale û Derbentê yên herêma Daxistanê êrişên çekedarî pêk anîne.

Wezareta Karên Navxwe ya Rûsyayê da zanîn ku êrişkaran li bajarê Mahaçkaleyê êrişî xaleke polîsan kiriye.

Herwiha êrişkaran li bajarê Derbentê jî êrişî sînagogek û du dêran kiriye.

Di encama êrişan de keşeyek û 6 polîs hatin kuştin û 12 polîs jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, keşeyê ku hatiye kuştin qirika wî hatiye birîn.

Li aliyê din, di encama êrişê de agir jî sînagogê ketiye.

Li gorî zanyariyan, di navbera êrişkar û polîsan de pevçûna çekdarî derketiye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 140 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:22:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x