Rûsya: Hêzên Kurdî vekşîna ji deverên sînorî temam kirin e

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsya Maria Zaxarova ragihand, rêkeftina di navbeyna Rûsya û Tirkiye, ku li Soçî hatî vajokirin liser erdê tê bicîhanîn. Hêzên Kurdî vekşîna ji deverên sînorî temam kirin e.

12.12.2019, Per - 15:04

Rûsya: Hêzên Kurdî vekşîna ji deverên sînorî temam kirin e
Nuçe Belav bike

Zaxarova di kongreya rojnamevanî ya fehtane de anî ziman, ku “Rêkeftina ligel Tirkiye di 22ê Cotmehê de hatî vajokirin liser erdê di bicîhkirinê de ye, xebatên me yên baştirkina rewşa mirovî jî didomin”.

Herweha diyarkir, ku Hêzên Kurdî ji deverên sînorî vekşiyane û gerên hevbeş bê pirgsgirêk lidar dikevin.

Zaxarova got, ku li deverên di çarçoveya “Mertala Firatê” de herêmên bê-çek hatine damezrandin û komiteya hevbeş a danûstandinan a Rûsya-Tirkiye bi çalak xebatên di vê çarçoveyê de dike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 913 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:08:58
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x