Rusya li nêzîkî sînorê Fînlandê mûşekavêjan bi cih dike

Bi satelaytan eşkere bûye ku Rûsyayê cara yekem e mûşekavêj li nêzîkî sînorê Fînlandê bi cih dike.

03.10.2022, Pts - 07:36

Rusya li nêzîkî sînorê Fînlandê mûşekavêjan bi cih dike
Nuçe Belav bike

Li gor medyaya Brîtanî, kompanya Îsraîlî ya îstîxbaratî ImageSat International hebûna hejmarek mûşekavêjên Rûsî yên bi cureyên Tu-160 û Tu-95 li baregeha esmanî ya Olynyayê ku Moskowê ji dema şerê sar ve weke baregeheke hêzên asmanî yên Rûsyayê bikar aniye, derxistiye holê.

Li gorî dîmenên ku kompanyaya Îsraîlî bi dest xistine, ji 21ê Tebaxê ve 4 mûşekavêjên bi cureyên Tu-160 û ji 25ê Îlonê ve jî 3 mûşekavêjên bi cureyên Tu-95 li baregeha asmanî hatine bicihkirin.

Li gorî çavdêriyên satelaytan, beriya wê dîrokê tu mûşekavêj li herêmê tunebûn û Rûsyayê çekên giran li wê derê bi cih kirine.

Kompanyaya Îsraîlî diyar kiriye ku mûşekavêj ji Baregeha Esmanî ya Engels li Saratov, 700 kîlometran li başûrê rojhilatê Moskowê ku tenê bingeha mûşekên stratejîk, bombebar û çekên giran ên Rûsyayê li nêzîkî sînorê Ukraynayê ye, ber bi sînorê Fînlandê ve hatine veguhestin.

ImageSat International dibêje ku Rûsyayê ji destpêka şerê li Ukraynayê ve mûşekên Cruise û çekên etomî li baregeha başûr-rojavayê bi cih kirine lê kar û xebatên li wê baregehê veşartî dimînin.

Derbarê binkeya asmanî ya Olynya, medyaya Brîtanî û ImageSat International jî nizanin çima Rûsyayê mûşek li wir bi cih kirine lê diyar e ku guhertina stratejî hevdem e ligel gef û hişyariyên rayedarên Rûsî yên derbarê çekên etomî eger sînorên wan werin derba kirin.

Ev hevdem e ligel hewldanên Swêd û Fînlandiyayê, ji bo tevlîbûna NATOyê, tê diyarkirin Rûsyayê ji bo rûbirûbûna ew bi cih kirine.

Pispora ewlekarî û stratejî ya Amerîkî Irina Tsukerman dibêje, ji dema ku Fînlandê û Swêdê ji bo endamtiya NATOyê serlêdan kirin û ji Amerîkayê xwestin ku F-35 bikirin têkiliyên wan ên bi Rûsyayê re gihîştine asta herî nizm ku ew her du welat jî di Şerê Sar de bêalî bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 403 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:08:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x