Rûsyayê dest bi berhemanîna dermanê li dijî koronayê kir

Wezareta Tendirustiyê ya Rûsyayê ragihand; dest bi berhemanîna dermanê vîrûsa koronayê hatiye kirin.

15.08.2020, Cts - 16:13

Rûsyayê dest bi berhemanîna dermanê li dijî koronayê kir
Nuçe Belav bike

Hinek pispor diyar dikin; ji ber ku gelek zû rizamendî li berhemanîna dermanê hatiye nîşandan, Moskowê tenê ji bo bibêjin Rûsya di berhemanîna vaksîna koronayê (Covid-19) de yekem welat e, dibe ku pir zêde guh nedabe silametiya dermanê.

Rûsyayê ragihandiye; vaksîna ku li cîhanê dermana yekem a li dijî vîrûsa koronayê ye, di dawiya vê mehê de dê li ber destan be.

Rizamendiya li ser berhemanîna vaksînekê, bi awayekî asayî piştî qonaxa sêyem a berhemanîna dermanan dibe, ku di wê qonaxa sêyem de vaksîn li ser hezaran kes tê ceribandin. Ev jî ji bo nîşandana rizamendiya berhemanîna vaksînekê, weke qonaxa sereke tê dîtin.

Rûsyayê navê Sputnik V li dermanê xwe kir, weke bîranînek ji bo yekem satelayta Yekîtiya Sovyetê ku heman nav lê kiribûn.

Vladimir Putin, Serokê Rûsyayê dilniyayî daye ku dermanê wan bê zirar e û eşkere kiriye ku li ser keçeke wî weke xwebexş hatiye ceribandin.

Saziya Gamaleya ku ev derman berhem aniye, ragihandibû ku Rûsya heta dawiya meha Kanûnê û destpêka meha yekem a 2021an, dê nêzîkî 5 milyon vaksînan amade bike.


Nerinaazad
Vî nûçeyê tevayî: 742 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:22:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x