Xwendekarekî Kurd li Rûsyayê di nav çem de xeniqî

Xwendekarekî Kurd ku bi mebesta xwendinê berê xwe daye Rûsyayê, li navçeyeke wî welatî di dema avjeniyê de xeniqî.

05.08.2023, Cts - 09:14

Xwendekarekî Kurd li Rûsyayê di nav çem de xeniqî
Nuçe Belav bike

Wezareta Karûbarên Bûyerên Nişkevayî ya Rûsyayê ragihand, êvara 4ê Tebaxa 2023an, peyamek gihiştiye beşa hawarçûnê ya wezaretê derbarê bûyerekê de li çemê Volkhov, li gor daxuyaniya Wezareta Rewşa Awarte ya Herêmê, termê xwendekar hatiye dîtin.

Şahidên bûyerê dibêkin, li dûriya 300 metre ji qeraxa bajêr, xwendekar di dema avjeniyê de xwe noqî avê kiriye û bi ser avê de neketiye.

Piştre tîma rizgarkirina ji avê ya navçeyê û tîma lêgerînê û tîmeke hawarçûnê ya profesyonel şandine cihê bûyerê, di demjimêr 17:20 xulkan de termê ciwanê Kurd hatiye dîtin.

Ciwanê ku di avê de xeniqî, xwendekarekî Kurd e, navê wî Elî Îmanî ye û xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û 18 salî ye. Bi mebesta xwendinê berê xwe daye Rûsyayê.

Li ser bûyerê, Beşa Lêkolînên Bajarê Veliki Novgorod li Lijneya Lêkolînê ya ICR ji bo navçeya Novgorod pişkinîna beriya lêkolînê encam dide.

Beşa lêkolînê hişyariyê dide ku her sal ji ber pabendnebûna bi yasayên silametiyê, çendîn kes dibin qurbanî û di nav avê de canê xwe ji dest didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 230 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:53:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x