Amerîka bi fermî ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve

Qaymeqamê Şingalê: Me bo derxistina PKKê daxwaza alîkariyê ji Amerîka kiribû

18.12.2016, Paz - 11:26

Amerîka bi fermî ji PKKê xwast ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Çavkaniyekî agahdar li Şingalê ji BasNewsê re got, roja 12 vê mehê şandeke Amerîka serdana Şingalê kir û bi hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê û Yekîneyên Jinên Şingalê, ku girêdayî PKKê ne, re hevdîtin pêk anî.

Wî jêderî da zanîn ku şanda Amerîkî daxwaz ji wan hêzan kiribû ji çiyayê Şingalê derkevin û li pêşiya nûavakirina Şingalê nebin asteng.

Derheqê wê hevdîtinê de qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, jixwe me beriya niha daxwaz ji Amerîka û hêzên hevpeyman kiribû PKKê ji Şingalê derxînin, wan jî soza alîkariyê dabûn me. Li ser vî esasî bi hêzên PKKê re hevdîtin kirin.

Ji aliyekî din, Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), derheqê hevdîtina şanda Amerîkî de ji malpereke nêzîkî PKKê re gotine ku wan ji şanda Amerîkî re gotine “em ne girêdayî PKKê ne û karê me tenê parastina kurdên êzîdî ye. Ji ber wê jî em ji Şingalê dernakevin…”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2508 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:16:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x