Çavuşoglu: PKK li Şingalê be, em ê lê xin

Çavuşoglu beşdarî civîna Ajansa Anadoluyê bû, diyar kir ku PKKê li kû be jî, ew ê li wan xin û wiha got: "Em çima diçin Qnedilê û li PKKê dixin? Niha li Şingalê ye û ji wê derê tê."

04.01.2017, Çar - 09:49

Çavuşoglu: PKK li Şingalê be, em ê lê xin
Nuçe Belav bike

Çavuşoglu diyar kir ku PKKê niha li Şingalê ye û wiha got: ""Em çima diçin Kandîlê û li PKKê dixin? Niha li Şingalê ye û ji wê derê tê. Eger ji Sûriyeyê jî werin, peywira me ya sereke ye ku em ê biçin wan terorîstan bêbandor bikin."

Herwiha wezîrê tirk diyar kir ku wan ji Rûsyayê re teqez kiriye ku divê PYD beşdarî civînên Astanayê yên plankirî nebe û Rûsyayê jî ev daxwaza me fêm kir.

Derbarê hebûna YPGê li Minbicê de jî, Çavuşoglu got: "Em dizanin endamên PYD/YPG li Minbicê ne. Duh serokkomar Erdogan bi telefonê ji hevkarê xwe yê amerîkî Obama re jî heman tişt got. Obama jî got ku divê ew hêz vekişin rojhilatê Firatê.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 4794 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:40:29
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x