Daxweza PDK eve ku PKK bi aştiyane ji Şingalê derkeve

Berpirsê Pêwendiyên Niştîmaniyên PDKê Ehmed Kanî ragihand: “PDKê bi fermî û li ser zarê berpirsên xwe yên pilebilind daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê kiriye, ji Şingalê derkevin, bo vê mebestê jî em dê hemû rêyan bi kar bînin, da ku bi aştiyane wî karî bikin.”

27.12.2016, Sal - 20:18

Daxweza PDK eve ku PKK bi aştiyane ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Ehmed Kanî îro sêşemî 27ê Kanûna 2016ê di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku wan weke PDK bi baş dizanin ku PKK weke pêşdestiyekê ji Şingalê derkevin, ji ber ku bi gotina wî, wan niha li Şingalê ti pêwîstî bi PKKê nemaye û çûna hêzên pêşmerge bo Kobanî û piştre vegera wan jî weke mînak tîne.

Li gor nûçeya Rûdawê, Ehmed Kanî di vê bareyê de got: “Bi me baş e ku PKK weke destpêşxeriyekê ji Şingalê biçin derê, çimku niha Şingalê pêwîstî bi wan namaye, her weke çawan ku Kobanî pêwîstî bi pêşmerge nema û bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê, vegeriyan Başûrê Kurdistanê.”

Ehmed Kanî herwiha dibêje: “PKK dibê wê yekê li ber çav bigire, ku mana wan arîşeyan bo Şingalê û Herêma Kurdistanê çê dike. Divê hevkêşeyên Rojhilata Navîn fêm bikin û wê jî li ber çav bigirin, ku Amerîka li dijî mana wan li Başûrê Kurdistanê ye.”

Berpirsê Pêwendiyên Niştîmaniyên PDKê amaje bi daxwaza fermiya partiya xwe ji PKKê bo derketina wan ji Şingalê dike û destnîşan dike: “PDKê bi fermî û ji zarê berpirsên xwe yên pilebilind ve daxwaz ji Partiya Karkerên Kurdistanê kiriye ku ji Şingalê derkevin, bo vê mebestê jî em dê hemû rêyan bi kar bînin, da ku bi aştiyane wî karî bikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê, John Kirby roja 15ê Kanûna 2016ê di konfranseke rojnamevanî de ragihandibp: “PKK di nav lîsta terorê ya Amerîkayê de ye û nabe ti roleke wê li Şingalê hebe. Hebûna PKKê li Şingalê bûye sedem jî, ku ew grûp bibe astengeke mezin bo lihevkirinê û vegera xelkê koçber.”

Herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di hevpeyvîneke li gel malpera Almonitor de gotibû: “Em bi baweriyeke temam dibêjin, ku divê PKK Şingalê biterikîne û eger pêwîst bike em dê bo derxistina wan hêza serbazî jî bi kar bînin.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 2804 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:44:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x