Fermandarê Heşda Şebî: Kolandina xendekan ne ji bo Pêşmerge ye

Hêza Heşda Şebî piştî operasyona li Iraqê ku gihîştina xwe ya ser sînorê Sûriyê ragihandibû dest bi kolandina xendekan kir.

31.05.2017, Çar - 05:54

Fermandarê Heşda Şebî: Kolandina xendekan ne ji bo Pêşmerge ye
Nuçe Belav bike

Li gor nûçeya Rûdawê fermandarekî Heşda Şebî yê bi navê Kerîm Nûrî, piştî operasyona gihîştina ser sînorê Sûriyê, wan dest bi kolandina xendekan li dorûbera Şingalê kiriye.

Kerîm Nûrî diyar kir, "Ew xendek bi ti awayî ne li dijî hêzên Pêşmerge ne, lê li dijî milîtanên DAIŞê ne ku ji bo rêgirtina otomobîlên bombekirî û êrîşên DAIŞê ye."

Fermandarê Heşda Şebî herwiha da xuyakirin ku Hêza Pêşmerge ji bo Heşda Şebî pişt e û bi heman şêweyî jî Heşda Şebî ji hêzên Pêşmerge re pişt e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2139 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:57:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x