Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc

Li gor zanyariyên Dije Terora Kurdistanê, îşev 6ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 21:30 xulekan de, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeha çekdarên YBŞê kirin armanc û ji ber wê, ziyanên canî hene.

07.10.2022, Cum - 05:24

Firokeyên şer ên Tirkiyê çiyayê Şingalê kirin armanc
Nuçe Belav bike

Firokeyên şer ên Tirkiyê, baregeha Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li çiyayê Şingalê kirin armanc. Kuştî û birîndar hene.

Her wiha roja 23ê Îlona 2022yan jî, firokeyên şer ên Tirkiyê baregeheke çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya li nahiya Gir Izêr a ser bi Şingalê kiribûn armanc.

Ji ber bombebaranê ziyaneke mezin li baregehê ketibû, lê ji aliyê YBŞê ve derbarê ziyanên canî û maddî de ti zanyarî nehatibûn belavkirin.

Ev ne cara yekem e ku firokeyên şer ên Tirkiyê baregehên çekdarên YBŞê li navçeya Şingalê bombebaran dikin û çend carên din jî serkirdeyên YBŞê li navçeyê hatine armanckirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:12:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x