Firokeyên Tirkiyê li Şingalê otomobîlek kir armanc

Hat ragihandin ku firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şingalê otomobîleke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc.

28.10.2022, Cum - 13:43

Firokeyên Tirkiyê li Şingalê otomobîlek kir armanc
Nuçe Belav bike

Firokeyên şer ên Tirkiyê li navçeya Şingalê otomobîleke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kire armanc.

Îro, Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, otomobîlek li devera Sikêniye ya navçeya Şingalê ji aliyê balafirên şer ya artêşa Tirkiye ve hatiye armanckirin..

Heta niha ti zanyariyek li ser wê bombebaranê nehatiye belavkirin.

Di nava mehekê de ev dibe sêyem bombebarana firokeyên Tirkiyê ku li sînorê navçeya Şingalê hatin encamdan.

Roja 18ê Cotmeha 2022yan, di demjimêr 20:20 xulekan de firokeyên bêfirokevan ên artêşa Tirkiyê, otomobîla berpirsekî çekdarên PKKê li taxa Şehîdan a li navenda qezaya Şingalê kire armanc, di encamê de berpirs û çekdarekî DAIŞê hatin kuştin û çekdarek jî birîndar bû.

Herwiha roja 6ê Cotmeha 2022yan jî, di demjimêr 21:30 xulekan de firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê li çiyayê Şingalê baregeheke çekdarên YBŞê kire armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:49:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x