Heşda Şeibî ji YPŞê xwest hêzên xwe ji gundên êzidiyan vekişe

Piştî ku hezên Heşda Şeibî 13 gundên êzidînişîn ên li bajarokê Qeyrewan û navçeya Beacê ya li başûrê Şingalê kontrolkirin, Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir Hadî Amirî daxwaz ji Hêzên Parastina Şingalê (YPŞ) kir, ku hêzên xwe ji herêmê vekişin.

30.05.2017, Sal - 14:19

Heşda Şeibî ji YPŞê xwest hêzên xwe ji gundên êzidiyan vekişe
Nuçe Belav bike

Peyamnêrê Rûdawê li Şingalê Tehsîn Qasim ragihand: “Di dema operasyona Heşda Şeibî ya li gund û komalgehên kurdên êzidî de, şervanên YPŞê jî beşdarî kontrolkirina komalgehên Sîba Şêx Xidir û Gir İzêr bibûn. Roja 29ê Gulana 2017ê, Berpirsê Giştî yê Rêxistina Bedir a ser bi Heşdî Şeibî ve, Hadî Amirî ji YPŞê xwest ku herêmê ji bo wan vala bikin.”

Operasyona Heşda Şeibî ya ji bo kontrolkirina navçeya Beac û gundên dora wî berdewam dike. Li gorî gotina peyamnêrê me, fermandarên Heşda Şeibî dibêjin hejmareke zêde ya çekdarên DAIŞê di vê navçeyê de mane. Lewma tê pêşbînîkirin, ku di dema operasyona Beacê de şer û pevçûnên dijwar rûbidin.

Roja 12ê Gulana 2017ê Desteya Bilind a Heşda Şeibî ragihand, ku operasyona bi navê “Mihemmed Resûlallah” a ji bo kontrolkirina bajarokê Qewrewan û 13 gund û komalgehên kurdên êzidî dest pê kiriye.

Hefteya borî Heşda Şeibî bajarokê Qeyrewan û 13 gund û komalgehên êzidînişîn jî di nav de, tevahiya başûrê Şingalê ji destê DAIŞê derxistin û xwe gihandine sînorê Sûriyê.

Rûdaw
Vî nûçeyê tevayî: 2037 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:28:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x