Hêzên iraqî nahêlin rêya Şingal û Duhokê vebe

Piştî ku Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da rêya navbera Herêma Kurdistanê û Şingalê veke Polîsên Federal a Iraqê ragihand ku ew wê rêyê venakin.

18.12.2017, Pts - 08:13

Hêzên iraqî nahêlin rêya Şingal û Duhokê vebe
Nuçe Belav bike

Hêzên Pêşmerge li Eniya Rojavayê Dîcle biryar standine ku rêya di navbera navçeya Şengal û parêzgeha Duhokê de vekin, lê artêşa Îraqê ne amade ye wê rêyê veke.

Serokê Civata Nahiya Zumar Ehmed Mele Hesen ji Rûdawê re diyar kir ku wan peyama Hêzên Pêşmerge gihandiye fermandeyên artêşa Îraqê, lê wan ragihandiye ku vekirina wê rê ne di destelata wan de ye.

Serperiştyarê hêzên pêşmerge li mîhwera Rojavayê Dîcle, Babekir Zêbarî ji bo heftenameya Rûdawê ragihandiye ku li ser daxwaza xelkê Şingalê, Wezareta pêşmerge biryar standiye ku rêya Duhok - Şingal vekin û piştî vekirina wê rêyê, ewê xaleke pişkinînê li Zumarê deynin.

Serokê civata nahiya Zumar Ehmed Mela Hesen ku haydarî nûçeyên vekirina wê rêyê ye ji bo Rûdawê got, piştî Hêzên Pêşmerge amadebûna xwe li ser vekirina wê rêyê nîşan dan, roja 17 vê mehê wan serdana hêzên Polîsên Federalî li Zumar kirine, lê fermandeyên artêşa Îraqê ji wan re ragihandiye ku biryara vekirina wê riyê ne di destelata wan de ye.

Kurdekî êzidî Îlyas Xelef jî ji Rûdawê re wiha got: “Bi girtina vê rêyê peywendiyên çend malbatên êzidî ji hev qut bin. Beşekê li kampên Duhokê dimîne û beşekê jî li Şingalê dimînin. Niha du kurên min li Şingalê dijîn, ji bo dîtina wan em niha li benda vekirina vê rêyê ne.”

Pêştir dema rêya di navbera Şingal û Duhokê de vekirî di heyama 2 seatan de xelk bi rêya bejahî digihîştin nahiya Sinûnê. Lê niha ji bo ku biçin Şingalê divê rêya Xazir a Mûsilê bikar bînin û ji Xazirê divê herin Telaferê piştre jî Şingal tê.

Rêveberê Asayişa Rojavayê Dîcleyê Aştî Koçer jî ji Rûdawê re got: “Biryara vekirina rê hat dayîn. Tenê ew yek maye ku kontrola rê dê çawa bê kirin. Em heta niha nizanin helwesta hikûmeta Bexdayêî dê çawan be. Lê me biryar daye ku ew rê vebe.”

Ji ber êrişên çekdarên Heşda Şeibî û hêzên artêşa Iraqê bo ser Kerkûk, Xurmato û navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî sînorê îdarî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ku di 16ê Cotmeha 2017ê de êrişî Başûrê Kurdistanê kirin, rêyên Kerkûk, Mexmûr, Mûsil, Şingal û beşek ji navçeyên din ên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ber bi bajarên Herêma Kurdistanê ve hatibûn daxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1631 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:17:30
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x