Krîza li Şingalê mezin dibe, Haşdî Şabî li Şingalê bicih bû

Bajarê Şengalê ku piraniya wan Êzidîne di sala 2015an de ji aliyê hêzên Pêşmerge û hêzên din ên kurdan ve ji DAIŞê hat rizgarkirin. Piştî bicihbûna PKKê niha jî Haşdî Şabî li gungên Şingalê bicih bûn. Berdevkê Mûsilê ya KDPê Said Mamûzîny ji Sputnikê re axivî û ragihand ku ji Haşdî Şabî daxwaz kirine wan gundan biterikînin.

17.05.2017, Çar - 14:43

Krîza li Şingalê mezin dibe, Haşdî Şabî li Şingalê bicih bû
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên pêbawer hatin wergirtin, piştî rizgarkirina Şingalê ku girêdayê Mûsilê ye PKKê xwe bicih kiribû. Niha jî Haşdî Şabîî ku wekê hêzeke fermî ya Iraqê tê qebûlkirin li Şingalê xwe bicih dike.

Hêzên Haşdî Şabî operasyona yekalî bi armanca kontrolkirina bajaroka Keyrawanê ya Şingalê ji DAIŞê dabû destpêkirin û Rêveberiya Herêma Kurdistanê jî bertek nîşanê vê operasyonê dabû. Li gorî peymana di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hatibû morkirin, operasyonên li dijî DAIŞê yên li herêmên kurdan, dê Pêşmerge û Artêşa Iraqê bihev re pêk bînin.

Berdekê Mûsilê yê Partiya Demokrata Kurdistanê Said Mamûzîny derbarê mijarê de ji Spûtnikê re axivî

Mamûzîny eşkere kir ku kriz ji ber Haşdî Şabî li Şingalê diqewime û got: "Çeng gundên Şingalê divê ji DAIŞê Hêzên Pêşmerge rizgar bikira, lê Heşda Şebî rizgarkirin. Haşdî Şabî 7 gundan rizgarkirin û ev yek bû pirsgirek. Em vê yekê qebûl nakin. Ev tê wateya destdirêjiya axa Kurdistanê. Hêzên Haşdî Şabî niha li hin gundên Şingalê xwe bicih kirine. Em vê yekê rast nabînin. Ji bilî hêzên Pêşmerge divê tu hêz li axa Kurdistanê nemine. Herêmên girêdayê Şingalê divê ji aliyê Hêzên Pêşmergeve bên rizgarkirin."

Mamûzîny destnîşan kir ku Haşdî Şabî ji herêma Keyrewanê ku girêdayî Şingalê ye ve dixwaze xwe bigihijîne hêzên Hîzbûllahê yên li Sûriyeyê û wiha pê de çû: "Em wiha difikirin ku ev gund hatine stendin daku biburekê bi şîiyên li Sûriyeyê re bê vekirin."

Herwiha Mamûzîny diyar kir ku îxtîmala vegera herêmên xwe yên Heşda Şebiyê li Şingalê heye.

Bajarê Şingalê di bin rêveberiya Herêma Kurdistanê de ye û li gund û navenda Şingalê hêzên Pêşmerge hene. Lê bajaroka Xanesor, navend û gelek gundê Şingalê hêzên YBŞê ku girêdayê PKKê ne hene.

Sputnik / Hikmet Durgun
Vî nûçeyê tevayî: 2339 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:51:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x