Kurê Mîrê Êzidiyan: Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin

Mîr Îsmet Tehsînê kurê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ragihand, derbarê operasyona Heşda Şeibî ya li Şingalê de Mîrê Êzidiyan ti daxuyaniyek nedaye û belavkirina daxuyaniyên ne rast jî tenê ji bo reşkirina navê wî ye.

29.05.2017, Pts - 09:39

Kurê Mîrê Êzidiyan: Ti pêwendiyên me bi Heşda Şeibî re nînin
Mîr Tehsîn Beg
Nuçe Belav bike

Roja 28ê Gulana 2017ê, di hinek dezgehên ragihandinê de hate gotin, ku Mîr Tehsîn Begê Mîrê Êzidiyên Cîhanê ji ber rizgarkirina gundên êzidiyan û bi taybetî jî gundê Koçoyê destxweşî li Heşda Şeibî kiriye. Herwiha hatibû îdîakirin, ku Mîrê Êzidiyan piştgirî dide wan kurdên êzidî yênd için nav Heşda Şeibî.

Derbarê vê mijarê de Mîr Îsmet Tehsînê kurê Mîr Tehsîn Begê ji Rûdawê re ragihand: “Ew daxuyaniyên bêyî wajo û mor yên bi navê Mîr tên belavkirin, ne helwest û daxuyaniyên Mîr û ne jî yên Civata Rûhanî ya Kurdên Êzidî ne. Ev daxuyanî ji aliyê hinek kesan ve hatine belavkirin, ku ew kes dixwazin navê Mîr reş bikin.”

Mîr Îsmet herwiha diyar kir, ku ji destpêka êrîşa DAIŞê ve tenê kurdan alîkarî dane kurdên êzidî û ti pêwendiyên wan bi Heşda Şeibî re jî nîne.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 2597 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:04:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x