Li Şingalê 7 çekdarên nêzîkî PKKê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin!

Hat zanîn ku hêzên Iraqî li devera Şingalê poster û alayên PKKê li ser rêk û avahiyan tînin xwarê û çend çekdarên nêzîkî PKKê jî girtine.

27.03.2018, Sal - 08:08

Li Şingalê 7 çekdarên nêzîkî PKKê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatin girtin!
Nuçe Belav bike

Li gorî agahiyên televîzyona K24, hêzên Iraqî îro danê sibê li nav bajarê Şingalê dest bi daxistina posterên rêberê PKKê Abdullah û alayên PKKê li ser rê û avahiyên bajêr kirine.

Hat gotin ku 7 çekdarên hêza Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku girêdayî PKKê ye, jî ji aliyê hêzên Iraqî ve hatine girtin.

Tê pêşbînîkirin ku ew operasyona artêşa Iraqê li deverên din yên Şingalê jî pêk were.

Ev reftara hêzên Iraqî di demekî de ye ku ev çend roj in Tirkiye gefa encamdana operasyona serbazî li dijî hêzên PKKê yên li devera Şingalê dixwe.

Herî dawî serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû, eger Iraq tiştekî li hember PKKê neke Tirkiye dê dest bi operasyonê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1375 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x