Necim Cibûrî wek qaymeqamê Şingalê yê bi wekalet hat destnîşan kirin

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Sîrwan Rojbeyanî ragihand ku, Necim Cibûrî û wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat destnîşankirin.

26.04.2022, Sal - 13:39

Necim Cibûrî wek qaymeqamê Şingalê yê bi wekalet hat destnîşan kirin
Nuçe Belav bike

Sîrwan Rojbeyanî got: “Bi biryara Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, Nicim Cibûrî ligel karê xwe wek Parêzgarê Neynewayê, wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet hat danîn.”

Got jî: “Nicim Cibûrî wek Qaymeqamê Şingalê bi wekalet dest bi kar dike, heta dema ku Qaymeqamekî nû ji bo îdareya Şingalê tê danîn.”

E biryara Kazimî piştî wê yekê hat, di çend rojên borî de tevlihevî û pirsgirêk di navbera artêşa Iraqê û PKKê de li Şingalê derket û rewşeke aloz li wê deverê dirust bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 616 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:55:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x