PAK: Jenosîda Şingalê rûreş dikin

Di 4emîn salvegera Jenosîda Şingalê de em şehîdên xwe bi giramî bibîr tînin û qesas û piştgirên wan rûreş dikin

03.08.2018, Cum - 09:06

PAK: Jenosîda Şingalê rûreş dikin
Nuçe Belav bike

Îro 4emîn salvegera jenosîda Kurdên Êzidîyên Şingalê ye.

Di roja 3yê tebaxa 2014an de rêxistina terorî ya hov DAIŞê êrîşî Şingalê kiribû û bi hezarn Kurdên Êzidî qetil kiribû, bi hezaran jin û zarokên Ezidî jî revandibû.

Di roja 31ê cotmeha 2015an de bi serpereştîya Serok Barzanî hewla rizgar kirina Şingalê dest pê kir û di roja 13yê misdara 2015an Şingal ji destê DAIŞê hate rizgar kirin.

Lê mixabin piştî ku di roja 16yê cotmeha 2017an de Kerkûk ji alîyê Heşda Şahbî ve hate dagir kirin, Şingal jî ji alîyê Heşda Şahbî û artêşa Iraqê ve hate dagir kirin.

Belê birîna Şingalê hîna jî nehatîye pêçan.Hîna jî bi hezaran jin û zarokên Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de êsîr in. Hîna jî Şingal ne di bin îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.

Kewandina birina Şingalê û ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, wazîfeyeke dîrokî û netewî ya Hikûmeta Kerêma Kurdistanê û ya hemû Kurd û KUrdistanîyan e. Herweha ew wazîfe weke wazîfeyeke mirovahîyê li ser milên Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewrûpa û hemû dezgeh û alîyên navnetewî ye jî.

Şingal perçeyeke ji axa Kurdistanê ye û di referandûma serxwebûnê de gelê me yê Şingalê bi nîsbeyeke ku ji %90î zêdetir ji serxwebûnê re gotiye erê. Ji ber vê yekê jî divê Şingal vegere ser îdareye Hikûmeta Herêma Kurdistanê . Divê ji bo kewandina birîna Şingalê û ya hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî, bernameyeke taybet bê danîn.Ji bo rizgar kirina jin û zarokên Êzidî yên di destê DAIŞê de êsîr in, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û raya giştî ya cîhanê hemû îmkanên xwe seferber bikin.Divê gelê Şingalê di bin îdareya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, bi rêveberîyeke taybet ya mehelî , xwe bi xwe îdare bike.

Em di çaremîn salvegera jenosîda Şingalê de, wê DAIşa ku gele me kir kirîye, jin û zarokên me revandîye li gel piştgiren wê careke din jî rûreş dikin.Em xwe şirikê hemû êş û birÎnên xuşk û biryaên xwe yên Kurdên Êzidî dibînin. 03.08.2018

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1357 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x