Parêzgarê Neynewa: 'Li Şingal, rewşek awarte heye'

Parêzgarê Neynewa Necm Cibûrî ragihand, rewşa Şingalê neasayî ye û îradeyeke bihêz jî ji bo cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê nebûye.

27.10.2022, Per - 05:38

Parêzgarê Neynewa: 'Li Şingal, rewşek awarte heye'
Nuçe Belav bike

Necm Cibûrî di axaftina xwe ya Kurdistan24'de ragihand, beşeke sedemên cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, bi mijara darayî ve girêdayî bû, beşek jê rehenda siyasî heye, loma nehat cîbicîkirin, rewşa ku niha li Şingalê heye, rewşeke neasayî ye.

Li ser rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatiye kirin, Parêzgarê Neynewa diyar kir, ew rêkeftin çend bend li xwe digre, yek ji wan jî pêkanîna lîwayeke hevbeş a polîs ji xelkê navçeyê yê Êzidî ji bo parastina devera xwe, lê belê ew rêkeftin nehat cîbicîkirin.

Necm Cibûrî eşkere kir ku hikûmeta Bexdayê di cîbicîkirina rêkeftinê de xemsar bûye û beşeke sedemên cîbicînekirina rêkeftina Şingalê, bi mijara darayî ve girêdayî bû, beşek jê rehenda siyasî heye, loma nehat cîbicîkirin.

Cibûrî herwiha got: “Ew rewşa li Şingalê heye rewşeke neasayî ye, xwestekek ji bo dijayetîkirina cîbicîkirina rêkeftina Şingalê heye, lê belê niha ku em di destpêka pêkanîna hikûmetê de ne, em hêvî dikin hikûmeta nû karên cidî li ser wê rewşê bike û lîwaya polîs were pêkanîn û awareyên Şingalê ji bajarên Herêma Kurdistanê vegerin ser cih û warê xwe yê li Şingalê.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 371 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:49:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x