Perlemana Îraqê daxwaz dike PKKê ji Şingalê derkeve

Li gor nivîsareke fermî ku wêneyek wê bi dest Kurdistan 24ê kevtîye, Perlemana Îraqê daxwaz ji Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê dikem çekdarên PKKyê ji sinûrê Şingalê derxînin û aramî û rawayîyê bo xelk û rêveberîya deverê vegerînin. Serokê Civata Qezaya Şengarê jî, evê yekê bi xwazta tevaya xelkê Şengarê dizane û dibêje: Xelkên aware yên deverê, bi egera karên çekdarên PKKyê, nekarin vegerin ser mal û halên xwe.

08.07.2019, Pts - 06:58

Perlemana Îraqê daxwaz dike PKKê ji Şingalê derkeve
Nuçe Belav bike

Endameke Kurd jî di Komîteya Bervanî û Ewlehîyê de li pelemana Îraqê, mijara wê nivîsarê pişt rast dike û tekez jî dike, ku dûvçûnê li ser naveroka wê nivîsarê dikin daku rewşa Şingalê asayî bibe.

Di pişkeka dî ya nivîsarê de hatîye, divêt rewayî bo dezgehên Şengarê vegere bi dabînkirina ewlehî û aramîyê bo awareyan daku bikarin vegerin ser mal û halên xwe.

Serokê Civata qezaya Şengarê jî, nîvîsara Perlemana Îraqê bi daxwazî ya xwe û xelkê şengarê dizane û dibêje: Heya aramî û aware bo Şengarê vegerin; pêwîste PKK ji Şengarê derkeve.

Herçende Hêza Pêşmerge teroristên Daişê ji sinûrê qezaya Şingalê derxistin, lê heya niha xelk û aware yên deverê amade nîne vegerin bo ser mal û halên xwe, egera wê yekê jî; hebûna çekdrên PKK û rewşa ne ewlehe ku PKKyê li deverê durist kirîye. Lewma jî Perlemana Îraqê daxwaz ji Frmandarê Giştî ya Hêzên çekdarên Îraqê dike ,ku PKKyê ji Şingalê derxînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1099 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:18:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x