Qaymeqamê Şingalê: Em naxwazin Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bibe

Qaymeqamê Şingalê dibêje, bicîhbûna Heşda Şeibî li Şingalê, berovajî rêkeftina navbera Bexda û Hewlêrê ye, jixwe xelkê Şingalê jî jiwê yekê razî nînin.

15.05.2017, Pts - 09:48

Qaymeqamê Şingalê: Em naxwazin Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bibe
Nuçe Belav bike

Di heyama çend rojên borî de komek çekdarên Heşda Şeibî li devera Şingalê bicîh bûne û li hember çeperên Pêşmerge çeper vedane.

Li ser vê yekê qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, em naxwazin Heşda Şeibî derbasî devera Şingalê bibe ji ber ku baweriya me bi wan nayê. Em dixwazin tenê Pêşmerge me biparêze û li wir bicîh bibe.

Mehma Xelîl her wiha got, jixwe bicîhbûna Heşda Şeibî li Şingalê berovajî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê ye. Li gorî wê rêkeftinê nabe Heşda Şeibî li Şingalê bicîh bibe.

Wî rayedarê êzîdî daxwaz ji Serokatiya Herêma Kurdistanê kir ku nehêle Heşda Şeibî, bi her hêcetekî dibe bila bibe, derbasî devera Şingalê bibe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 2326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:56:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x