Qaymeqamê Şingalê daxwaz dike devereka aram li Şingalê bê çêkirin

Qaymeqamê Şingalê daxwaz dike “devereka aram” li Şingalê bê çêkirin da ku kurdên êzîdî bikarin vegerin ser cih û warên xwe.

01.12.2019, Paz - 07:57

Qaymeqamê Şingalê daxwaz dike devereka aram li Şingalê bê çêkirin
Nuçe Belav bike

Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji BasNewsê re got, xelkê devera Şingalê yên ku ji ber şerê DAIŞê koçber bûne, hîn venegeriyane ser cih û warên xwe.

Mehma Xelîl her wiha got, sebeb û astengiya serekî ya li hember vegeriyana xelkê Şingalê, hebûna hêzên PKKê ye. Ji ber ku guh nadin qanûnên Iraqî û ew dever ji xwe re kirine meydana bazirganî û çekdarkirina zarokan. Heta rewşa wisa be û PKK li wir be, devera Şingalê aram nabe û kurdên êzîdî neşên vegerin.

Qaymeqamê Şingalê daxwaz ji Amerîka, hikûmetên Kurdistan û Iraqê kir devereka aram li Şingalê çêbikin da ku kurdên êzîdî bikarin vegerin.

Bi gotina qaymeqamê Şingalê, niha xîvet û çadir ji êzîdiyan re aramtir e ji sîbera PKKê!

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1013 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:43:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x