Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl spasî li Parlemana Kurdistanê kir ku komkujiya Şingalê wek jenosayd nasand û ragihand, divê bernameyek ji aliyê hikûmeta Bexdayê bê dayîn da ku Şingal bê avedankirin û xelkê wê vegerin ser mal û milkên xwe û mafên Şingalê li gor destûrê bên cibicîkirin.
Qeymeqamê Şingalê Mehme Xelîl beşdarî bernama “Rojev“ a Kurdistan24ê bû û ragihand, Xelkê Şingalê bi biryara Parlemana Kurdistanê a naskirina komkujiya Şingalê û diyarkirina 3ê Tebaxê wek Roja Jenosayda Êzidiyan dilxweş e û em hêviya Êzidiyan bû û hemû Êzidiyan dê sûdê ji vê nasandinê bibînin.
Da zanîn jî, Netewên Yekgirtî û Amerîka li hember Iraq û bi taybet li hember Herêma Kurdistanê, Şingalê û pêkhateyên olî li deşta Neynewayê gunehbar e. Hepeymaniya Iraqê ya stratejî bi Hevpeymaniya Navdewlet bi serokatiya Amerîka hebû, heger ew pabendî wê hevpeymaniyê bûna, ew jenosayd bi ser me de nedihat.
Qeymeqamê Şingalê revne li hikûmeta Iraqê girt û got: Hikûmeta Iraqê di 20ê Nîsana 2016an de Şingal wek “devereke wêrankirî” nas kir, di navbera devera wêrankirî û jenosaydê de gelek cudahî heye.
Herwiha got: Divê yasa û destûra Iraqê bikar hatiba û ewlehî aramî peyda bûba, lê li Şingalê ewlehî nîne, avedankirin nebûye û koçber nikarin vegerin ser mal û milkên xwe.
Amaje bi wê jî kir: Heta niha hîna çarenivîsa 2940 Êzidiyan ne diyar e û 360 hezar Êzidî koçber in û ji sedî 80 ji Şingalê wêrankirî ye û şerekî herêmî û nevxweyî heye, ev ne di berjewendiya Iraqê û ne di berjewendiya Êzidiyan de ye. Hikûmetên berê yên Iraqê sedem bûn ku mafên me yên destûrî nedan me. Niha piştî Parlemana Kurdistanê jenosayda Êziyan nas kir, daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin yasa cibicî bibin, ta em mafên xwe bibin û xelkê Şingalê qerebû bike.
Mehme Xelîl got jî: Divê fişar li Bexdayê bê kirin da ewlehî vegere Şingalê û bihata avedankirin û xelkê wê vegerin. Di demekê de em dibînin ku Hemû deverên Iraqê yên ji DAIŞê hatine rizgarkirin hatin avedankirin û xelkê wê vegeriyane, lê Şingal wêran maye û milmilaneyên siyasî hene û pişka wê ya darayî nehatiye terxankirin.
Qeymeqamê Şingalê da zanîn jî, Em spasiyê li xelkê Kurdistanê dikin ku dema ev karesat bi serê me hat xwedî li me û zarokên me derketin, dema pêwîstiya me bi xwînê hebû, xwîna xwe di ber de rijandin û 519 Pêşmerge şehîd bûn. Dema pêwîstiya me bi dengdan û yasayê hebû, Parlemana Kurdistanê li Êzidiyan xwedî derket. Ev jî ji encama wê yekê ye ku serkirdeyên me û bi taybet Serok Barzanî serdana me kir û bi çavên bi hêsir pêşwazî li gelê me kir û soz da me û soza xwe bicih anî.
Amaje bi wê yekê jî kir: Pêştir 74 ferman hate serê Êzidiyan, lê ti dost û piştevanî ji me re nebû. Lê niha em bi xwedî ne û piştevaniya me tê kirin, Pêşmerge û hêzên Kurdî bi hawara me hatin û Kurdên Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê xwedî li me derketin.