Di civîna îro de, Parlamentoya Kurdistanê bi fermî roja 3ê Tebaxê weke roja “Cenosaydkirina Kurdên Êzidî” nas kir.
Di pêncemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzidî de, Parlamentoya Kurdistanê îro biryareke dîrokî da.
Parlamentoyê di civîna xwe ya îro Şemiyê de, bi dengê 87 parlamenteran, roja 3ê Tebaxê weke roja “Cenoyaskirina Kurdên Êzidî” nas kir.
Her îro Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di peyamekê de daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir, ku “komkujiya Kurdên Êzidî weke cenosayd nas bike.”
Nêçîrvan Barzanî herwiha di peyama xwe de gotiye: “Em ranawestin heta ku em terorê ji nav dibin û qurbaniyên revandî vedigerînin.”
Roja 3ê Tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser navçeya Şingalê û derdora wê û bi hezaran welatiyên sivîl ên Kurdên Êzidî kuştin, û bi hezaran keç û jin û zarokên Êzidî jî êxsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sedan hezar xelkê sivîl ên Kurdên Êzidî aware bûn, ku heta niha jî piraniya wan nekarîne vegerin ser cih û warên xwe.
Sala 2014, Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê wê demê û serokê niha yê Herêma Kurdistanê, ofîsek ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûne revandin, damezrand.
Bi hewldanên wê ofîsa ku Nêçîrvan Barzanî damezrandiye, ji 6410 Kurdên Êzidî yên revandî, heta niha 3509 kes ji aliyê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ve hatine rizgarkirin.