Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara alîgirên Amedsporê çiqas e?

Navenda Lêkolînên Kurdî (KSC), bi sernavê “Alîgiriya Amedsporê” raporeke berfireh parve kir.

12.01.2024, Cum - 05:51

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara alîgirên Amedsporê çiqas e?
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya lêkolînê de, li hemû navçeyên Amedê bi 1500 kesan re rû bi rû hevdîtin hat kirin.

Di encama hevdîtinan de derket holê ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanêyê Kurdan eleqeyeke mezin ji bo Amedsporê heye.

Li gorî raporê, ji sêyan yekê şêniyên Amedê ne alîgirên futbolê ne.

Li seranserê Tirkiyeyê jî ji çaran yekê Kurdan ne alîgirên fubolê ne.

Ji her 9 Kurdên futbolhez, yek jê wekî tîma duyemîn piştgiriyê didin Amedsporê.

Bi taybetî li Amedê, di navbera alîgirên futbolê de, eleqeya ji bo Amedsporê ji çaran yek derbas dike.

Ev jî li herêmê popîlerbûna tîmê eşkere dike.

Li gorî lêkolîneran, li Amedê herî kêm 250 hezar û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî milyonek alîgirên Amedsporê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 279 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:54:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x