Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya daxwaza aramkirina rewşa Sûriyeyê dikin

Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya di daxuyaniyeke hevbeş de daxwaza aramkirina rewşa Sûriyeyê û parastina xelkê û jêrxaneya sivîl dikin.

02.12.2024, Pts - 10:12 [ Güncellenme: 02.12.2024, Pts - 11:07 ]

Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanya daxwaza aramkirina rewşa Sûriyeyê dikin
Nuçe Belav bike

Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê li ser rewşa Sûriyeyê daxuyaniyeke hevpar parve kir.

Her çar hevpeymanên hev di daxuyaniyê de got, "Em ji nêzîk ve çavdêriya bipêşketinên li Sûriyeyê dikin.

Em daxwaz dikin hemû alî aloziyan kêm bikin û xelkê sivîl û jêrxanê biparêzin da ku rê li ber koçberbûna zêde ya xelkê bê girtin û alîkariyên mirovî bigihin."

Amerîka û hevpeymanên wê her wiha got, "Ev aloziyên niha girîngiya dîtina çareseriyeke siyasî ji bo milmilaneyên Sûriyeyê li gorî biryarnameya hejmar 2254 a Neteweyên Yekbûyî pêşan dide."

Çekdarên Heyeta Tehrîr Şam (HTŞ) û grûpên hevpeymanên wê ji 27ê Çiriya Paşîn ve li navçeyên di bin kontrola Hikûmeta Sûriyeyê de dest bi êrişeke berfireh kiriye û ji sala 2016an ve cara yekem e Heleb kontrol kir ku duyem bajarê herî mezin ê Sûriyeyê ye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, niha ji xeynî taxên Kurdnişîn, taxên din ên Helebê di destê komên çekdar de ne.

 

Vî nûçeyê tevayî: 138 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:56:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x