Amerîka serkirdeyekî DAIŞê li bakurê Sûriyê dike armanc

Artêşa Amerîkayê serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li devera Cerablûsê ya bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Tirkiyê de ye, kuşt.

17.04.2023, Pts - 08:11

Amerîka serkirdeyekî DAIŞê li bakurê Sûriyê dike armanc
Nuçe Belav bike

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkî Kolonel Joe Buccino îro Duşemê got, hêzên operasyonên taybet ên Amerîkayê di êrîşeke bi helîkopteran serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li rojavayê Sûriyê kir armanc.

Her wih got: “Em di wê baweriyê de ne ku di êrîşê de serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê li Sûriyê hatiye kuştin ku ew plansazê êrîşên terorîstî yên li Rojhilata Navîn û Ewropayê bû.”

Kolonel Joe Buccino da zanîn jî, du çekdarên din jî di êrîşê de hatin kuştin.

Ji aliyê xwe ve Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, piştî nîvê şeva Yekşemê/Duşemê, hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi helîkopteran operasyoneke daketina asmanî li gundê El-Suweydiyê yê li gundewarê Cerablusê yê di bin kontrola hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de pêk anî û serkirdeyê navdar ê DAIŞê “Ebû El-Beraa” desteser kir.

Rewangehê diyar kir, helîkopterên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yên ku beşdarî operasyona daketina asmanî bûne, ji baregeha Xerab Işkê ya li gundewarê Kobanî rabûn. Piştî operasiyona daxistinê jî, şer û pevçûnên tund rû dan û avahiya ku çekdar tê de bon bi du mûşekan hat armanckirin. Operasyon bi girtina serkirdeyekî û kuştina çend çekdarên din bi dawî bû.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, serkirdeyê ku di operasyona Hevpeymaniya Navdewletî de hatiye girtin, navê wî “Ebû El-Beraa” ye û ew ji bajarokê Es-Safira yê li başûr Helebê ye û ji nêzîkî mehekê ve li wê avahiyê bû.

Bajarokê Cerablusê dikeve bakurê Helebê û 4 km dûrî sînorê Tirkiyê ye. Ji sala 2016an ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û grûpên opozîsyona Sûriyê de ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 284 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:48:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x