Amerîkayê êrişî du grûpên nêzîkî Îranê kirin

Amerîkayê li rojhilatê Sûriyeyê êrişî grûpên ser bi Îranê ve kirin.

13.11.2023, Pts - 05:59

Amerîkayê êrişî du grûpên nêzîkî Îranê kirin
Nuçe Belav bike

Rewnageha Sûriyeyê ya Mafê Mirovan ragihand ku di wan êrişan de hinek çekdar hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Amerîka Lloyd Austin ragihand ku balafirên wan du navendên ku artêşa Îranê û grûpên ser bi wê ve bikar tînin kirine armanc.

Lloyd Austin diyar kir ku ew êriş wekî bersivekê bûn ji êrişên wan grûpan ên li Sûriye û Îraqê yên li dijî Amerîkayê.

Austin eşkere kir ku navendeke rahênanê û cihekî ewlehiyê li Bokemal û Meyadînê yên li rojhilatê Sûriyeyê kirine armanc û got:

“Ji bo Serokê Amerîkayê ti karek ji parastina canê leşkerên Amerîkayê girantir nîne. Êrş bi fermana rasterast a Biden bûne. Em dê tu caran ji bo parastina canê welatî û leşkerên xwe dudil nebin.”

3 çekdar hatin kuştin

Ji aliyê din ve Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan jî ragehind, di wan her du êrişan de 3 çekdar hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan hinek çekdar jî birîndar bûne û birîna hinekan dijwar e.

Piştî êrişî jî dengê teqînan li baregeha Amerîkayê ya li Zeviya Konîkoyê hat bihîstin.

Grûpên çekdar yên nêzîkî Îranê jî ragihanandin ku ew êriş wekî bersivekê bûye ji êrişa Amerîkayê re.

Grûpa bi navê Bergeriya Îslamî serê sibeha îro jî ragihand ku wan baregeha hêzên Amerîkayê ya li gundê Xedrayê bi dronekê kiriye armanc.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 246 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:31
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x