Artêşa Îsraîlê: Gelek navendên leşkerî hatin armanckirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di êrişên li ser Sûriyeyê de navendeke leşkerî, topxane û binesaziyên mûşekên hatine armanckirin.

03.05.2025, Cts - 09:57

Artêşa Îsraîlê: Gelek navendên leşkerî hatin armanckirin
Nuçe Belav bike

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê da zanîn ku balafirên şer ên Îsraîlê êrişî Şama paytextê Sûriyeyê û parêzgehên Hema, Laziqiye, Dera û Quneytreyê kirine û her wiha gundê Şitaha yê parêzgeha Hemayê ya bakurrojavayê Sûriyeyê armanc kiriye.

Navenda leşkerî, topxane û binesaziyên mûşekan hatin armanckirin

Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (IDF) di daxuyaniyeke xwe de piştrast kir ku li Sûriyeyê navendeke leşkerî, topxane binesaziyên mûşekên hatine armanckirin.

Her wiha, li gorî agahiyên Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê ya navenda wê li Brîtanyayê ye, Îsraîlê herî kêm 10 êrişên hewayî li dijî herêma derdora taxên rojhilatê Herestayê pêk anîne, di nav de baregeheke leşkerî ya nêzîkî Nexweşxaneya Leşkerî ya Herestayê jî heye.

Kanala televizyonê ya dewletê ya Sûriyeyê El-Îxbariyeyê ragihand ku êrişên hewayî bûne sedema xisareke madî ya girîng lê heta êvara înê ti mirinên pişrastkirî nebûne û ambûlans û tîmên sivîl ên rizgarkirinê şandine cihê bûyerê.

Dezgeha ragihandinê ya neteweyî ya Îsraîlê ragihand ku hikûmeta Îsraîlê roja înê navendên leşkerî û cihên ku girêdayî birêveberiya nû ya Sûriyeyê ne bombebaran kirine

Her wiha hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz armanckirina hedefên nû pesend kiriye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 127 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:48:11
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x