Artêşa Azad a Sûriyê navenda Babê kontrol kir

Hat ragihandin ku tevahiya navenda Babê hatiye kontrolkirin û teqemenî û mayînên çekdarên DAIŞê vedane niha têne paqijkirin.

23.02.2017, Per - 14:19

Artêşa Azad a Sûriyê navenda Babê kontrol kir
Nuçe Belav bike

Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û Artêşa Azad a Sûriyê navenda navçeya Babê bi dest xistin.Li gorî nûçeya AAyê navçeya Babê ya girêdayî Helebê, navenda wê ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk û Artêşa Azad a Sûriyê ve hatiye kontrolkirin.Hat ragihandin ku tevahiya navenda Babê hatiye kontrolkirin û teqemenî û mayînên çekdarên DAIŞê vedane niha têne paqijkirin.Yek ji fermandeyên Artêşa Azad a Sûriyê Ehmed elûŞahabî got: “Kontrola navenda navçeya Babê niha di destê hêzên dijbereyê de ye. Em ji ber teqemenî û mayînan bi awayekê bikontrol pêşde diçin. Lê niha navenda bajêr êdî di destê dijbereyê de ye.”Hêzên Çekdar ên Tirk di 24ê Tebaxa 2016an de dest bi operasyoneke leşkerî li bajarê Cerablusê kiribû û navê "Mertala Firatê" lê kiribû û dûre berê xwe dabû bajarê Babê.Li gorî medyaya Tirkiyê di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê de heta niha di roja 184emîn de hezar û 900 kîlometre çargoşe ji DAIŞê hatiye paqijkirin.Kûrahiya herekatê jî ji sînorê Tirkiyê û ber bi hundirê Sûriyê ve gihîşt 35 kîlometreyî.

rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 1999 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:07:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x