Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, di encama êrişeke asmanî li ser bingeheke leşkerî li Sûriyeyê de, 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
CENTCOM Duhî 16ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, di encama êrişeke asmanî de, li Sûriyeyê 12 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.
CENTCOM dibêje, êrîşên li dijî DAIŞê û bingehên wê beşek in ji erkê wan ê berdewam bo têkbirin û lawazkirina DAIŞê ye, ligel rêgirtina li komên terorîst e, herwiha ew rê nadin ku DAIŞ li Sûriyeyê xwe ji nû ve birêxistin bike.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê wiha got: “Ti nîşaneyên ku sivîl di wê êrîşê de hatibin kuştin, nînin.”
Fermandarê CENTCOM General Michael Eric Corella got: “Em ligel hevpeymanên xwe yên li herêmê, ew rê nadin ku DAIŞ sûdê ji rewşa niha ya Sûriyeyê werbigire û xwe ji nû ve birêxistin bike.