CENTCOM: Me çekdarekî DAIŞê kuşt

Fermandariya Navendî ya Amarîkayê (CENTCOM) ragihand ku wan li Sûriyeyê çekdarekî pilebilind ê DAIŞê kuştiye.

14.09.2024, Cts - 09:49

CENTCOM: Me çekdarekî DAIŞê kuşt
Nuçe Belav bike

CENTCOMê diyar kir ku wan hefteya borî roja çarşemê li Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke asmanî de çekdarekî DAIŞê kuşt.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, çekdarê DAIŞê li dijî Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û hevbeşên wan amadehiya êrişekê dikir.

CENTCOMê da zanîn ku çekdarê DAIŞê bombe li dijî wan diçandin û plana êrişekê dikir.

Divê were gotin ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê û artêşa Îraqê li rojavayê parêzgeha Enbarê li dijî şikeftên DAIŞê operasyoneke asmanî pêk anîbûn.

Di wê operasyona hevbeş de herî kêm 15 çekdarên DAIŞê hatibûn kuştin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, wan di 6 mehên destpêkê de 44 çekdarên DAIŞê li Sûriye û Îraqê kuştine

 

Vî nûçeyê tevayî: 200 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:35:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x