Dêrezor: Li baregeha Amerîkayê teqîn!

Li Dêrezorê li baregeheke leşkerî ya Amerîkayê teqînek çêbû.

30.10.2023, Pts - 07:33

Dêrezor: Li baregeha Amerîkayê teqîn!
Nuçe Belav bike

Li gorî çavkaniyên xwecihî, vê teqînê şeva borî li baregeha Zeviya El-Omerê rû daye ku li rojhilatê Sûriyeyê ye.

Heta niha li ser sedema wê teqînê û encamên wê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Li aliyê din, doh jî li baregeha Şedadê ya hêzên Amerîkayê ya li Hesekê jî teqînek çêbûbû.

Herwiha Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku di 8 rojên borî de, grûpên ser bi Îranê vê, li Sûriyeyê 7 caran êrişî baregehên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî kiriye.

Piştî şerê Hemas û Îsraîlê gelek caran êrişî baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê tê kirin.

Rayedarên Amerîkayî destnîşan dikin ku Îran bi rêya milîsên xwe hewl dide êrişî hêzan wan ên li Rojhilata Navînê bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 377 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:40:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x