Du baregehên Amerîkayê li Heseke û Dêrazorê rastî êrîşan hatin

Du baregehên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê li Heseke û Dêrazor rastî êrîşan hatin.

04.11.2023, Cts - 08:28

Du baregehên Amerîkayê li Heseke û Dêrazorê rastî êrîşan hatin
Nuçe Belav bike

Li gorî ajansa “Sky News” şeva borî dengê teqînan li baregehên Xirbit El-Cîr li Hesekê û baregeha li kêlgeha petrolê ya El-Omer hatin bihîstin.

Heta niha nayê zanîn, ew êrîş bi riya mûşekan an bi dronên bombekirî hatine kirin, ji ber ku dronên çavdêriyê li asmanê herêmê digerin.

Li gorî zanyariyên jî, di encama êrîşan de ti ziyanên canî û çênebûne.

Baregeha Xirab El-Cîr, firokexaneyeke kevn a çandiniyê ye, Artêşa Amerîkayê di sala 2014an de, ew veguherand baregeheke daketina helîkopteran.

Kêlgeha El-Omer jî, mezintirîn kêlgeha petrolê li Sûriyê ye û ji sala 2017an ve di destê HSD û Hevpeymaniya Navdewletî de ye.

Di çend rojên borî de, piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) pêştir ragihandibû, ji ber êrişên vê dawiyê yên li ser hêzên Amerîkayê, ew ê sîstema berevaniya asmanî bişîne Rojhilata Navîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 459 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:59:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x