Ehmed Şera reşnivîsa destûrê nû yê Sûriyeyê îmza dike

Serokê Sûriyeyê yê demkî reşnivîsa destûrê nû yê Sûriyeyê îmza dike û endamekî lijneya nivîsîna wê reşnivîsê jî dibêje, “Fiqhê Îslamî çavkaniya serekî ya danana qanûnan e.”

14.03.2025, Cum - 12:37

Ehmed Şera reşnivîsa destûrê nû yê Sûriyeyê îmza dike
Nuçe Belav bike

Lineya danana destûrê nû yê Sûriyeyê duh (Pêncşem, 13.03.2025) reşnivîsa destûrî da destê Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û wî jî îmza li ser wê kir.

Ehmed Şera paştir di gotarekê de amaje da, “Îmzakirina reşnivîsa destûrî dîroka nû ya Sûriyeyê ye, û nezanînê bi zanînê û eşkenceyê bi dilovaniyê diguhere.”

Endamekî wê lijneyê ji aliyê xwe ve ji medyayan re ragehand, “Ew reşnivîs qonaxa niha ya welatî nîşand dide û tê de tekez hatiye kirin ku, fiqhê Îslamî çavkaniya serekî ya danana qanûnan e, herwesa mafê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan jî tê de hatiye binecihkirin.”

Wî endamê wê lijneyê herwesa got, “Di wê reşnivîsê de tekez li ser pabendiya Sûriyeyê bi lihevkirinnameyên mafên mirovan hatiye kirin, herwesa dewlet pabendî yekparçeyîya gel û axa Sûriyeyê ye.”

Endamê jêgotî amaje jî da, “Qonaxa veguhêz pênc sal e û Sûriye pabendî serxwebûna dadgehê û cudakirina desthilatên danana qanûnan, dadweriyê û bicihanînê dibe.”

Her wî endamî ron jî kir, “Civata Gel serperiştiya piroseya danana qanûnan dike, Serokkomarî dê desthilata bicihanînê hebe û fermana dûrxistin û nehêlan û kêmkirina desthilata Serokî jî dê ji aliyê Civata Gel ve be.”

Çend çavkaniyên Sûriyeyî roja Çarşem (12.03.2025) reşnivîsa destûrê nû yê welatê xwe eşkere kir, ku heft kes ji bo nivîsîna wî destûrî hatine raspartin û du ji wan jî jin in

 

Vî nûçeyê tevayî: 218 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:39:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x